1. Rojnameger û pêşkêşvanê bernameyên tv yan e. Li kanala haberturk û show tv de dixebite. |
|
24.08.2021 21:05 |
tîrêj zana 21
|
2. kesê ku di wan gotinên wê de para hemû kurdên tirkîaxiv heye. ew jî baş dizane kurd ji kurmancî bêhtir bi tirkî diştexilin loma zimanê xwe dirêj kiriye. heke ku bi deh mîlyonan kurd bi dil û can bi zimanê xwe şitexilîba, lê xwedî derketiba, miqate bûba eva ha nediwêriya devê xwe veke. dogu dîlî vêca... bera bi qaysî doxu dîlî xwelî li serê bibare erê welleh. |
|
24.08.2021 22:12 ~22:55 |
hueyn
|
3. kesa ku gotina doğu dili bi kar aniye. ev jî yek ji encamên şûna kürt bikaranîna bi israr a gotina doğu'yê ye. kifş e wê ev gotin êdî bibe tişteke normal û navê kurdan bibe doğulu (rojhilatî). |
|
25.08.2021 00:31 |
xelîl
|
4. Baş kiriye belkî çend heb Kurd piştî wan gotinan vegere ser zimanê xwe. Xanim çi li dilê wê da heye aniye ziman Yên ku heman fikrê de ne û bi me re doza biratiyê dikin divê em ji wan bitirsin. |
|
25.08.2021 00:42 |
kajav
|
5. Ji kurdên koçgirîyê qoçgiriyê ye. |
|
25.08.2021 08:34 |
cinorek
|
6. Heçî kesên xeberên bêmirêz ji vê jinika netişt re dibêjin tirsonek in. Di çanda me de mirov li kesên ketî naxe. Kesên ku bav û kalên wê kuştin, ew kirin koleya komara xwe ji wan re bidin xebera. Na, hûn newêrek û berjewendîperest tiştekî ji komarê re nabêjin. Lê zimanê we li ketiyeke dirêj e. |
|
26.08.2021 22:32 |
asîmanê sêwî
|
7. Yek ji wan kesên ku ziravê wê ji Kurdîyatîyê diqete. Çawê canikê baş tirsandine da ku xwe wilo hetikandîye. Lê wek ku heval jî dibêjin ên wek vê şermotê çima îro diwêrin zimanê xwe li ber me dirêj bikin? Divê ev pirs mîna mîrkûtê Kurdên xwefiroş bikeve kû piçekî hiş bikeve serê wan! |
|
27.08.2021 07:26 |
pîroz
|
zwilling [1] |
|
epîdîdîmît [1] |
|
stranên ku nivîskarên tirşikê vêga guhdarî dikin [1] |
|
tirşik forûm [1] |
|
03/05/2024 serdana waliyê hewlêrê omîd xoşnav bo şaredariyên bakurî [2] |